02:31 21 Gulan 2018
    Parlamena Ereb Hizbulah weke rêxistina terorî îlan kir

    Parlamena Erebî Hizbulahê weke rêxistina terorî îlan kir

    © hîzbulah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî Lijneya Hevkarî ya Kendavê û Yekîtiya Erebî, niha jî Parlamena Erebî Hizbulahê weke rêxistina terorî îlan kir.

    Navenda Nûçeya- Parlamenê piştî ku cîvînek li paytexta Misrê Kahîreyê lidarxist, belavokek nivîskî belavkir. Di belavokê de bi îdîya ku bi rêya Hizbulahê destê xwe dixe nava karên welatên Erebî, Îran hate şermezar kirin.

    "EM HÊVÎ DİKİN KU HÎZBULAHÊ BERÊ ÇEKÊN XWE BIDE ÎSRAÎLÊ"

    Li gor ragihandina malpera Naharnet ya ku navenda wê li Lubnanê ye, berdevkê Parlamenê Ahmed bîn Muhamed el-Cerevan, Hizbulah bi wî tiştî sucdar kiriye ku binê ewlekariya gelek welatên herêmê dikole. Cerevan wiha berdewam kir: "Endamên parlamenê biryar girtin ku Hizbulahê weke rêxistina terorî qebûl bikin. Em hêvî dikin ku Hizbulahê berê çekên xwe bide Îsraîlê."

    Bi heman mijarî:

    Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
    Hizbullah: 'Li Rojhilata Navîn, Sûriya hevalbendê yekanê yê Rûsyayê ye'
    Çavkaniyên `Hizbullah` redkirin ku rêberê rêxistinê mir be
    Dewletên ereb ên kendavê, Hizbullah wekî rêxistineke terorîst îlan kir
    Etîketan:
    Yekîtiya Erebî, Lijneya Hevkarî ya Kendavê, Parlamena Ereb, Hizbulah, Naharnet, Ahmed bîn Muhamed el-Cerevan, Kendav, Lubnan, Îsraîl, Misir, Kahîre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de