21:47 25 Îlon 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Amerîka bo YPGê 200 leşkeran dişîne Rojava

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7110

    Amerîka ji bo piştgîriya YPGê 200 leşkerên xwe dişîne Rojavayê. Hikûmeta Sûriyeyê jî naxwaze ku Amerîka û dewletên din nekevin nav planên wan.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku, Amerîkayê 200 serbazên xwe ji bo alîkarîkirina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şandine Rojavayê.

    Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Sûriyê de Omer Osê ku ser bi Hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esad ve ye û endamê şanda hikûmeta Sûriyê di danûstandinên Cinêvê de ye, daxwaza ji aliyên Kurdî yên Rojavayê kir, ku baweriyê bi Amerîka û welatên rojavayî nekin.

    Omer Osê got: "Ez hêvî dikim ku Kurdên me bizanin, ku bawerî bi dewletên weke Amerîka û dewletên din ên rojavayê, herwiha dewletên herêmî û Siûdiye û Tirkiyê nekin. Pirsa Kurdî li Sûriyê û li Şamê çareser
    dibe."

    Osê derbarê şandina 200 leşkerên Amerîka bo Rojavayê û bo alîkariya şervanên YPGê û hevalbendên wan de jî got, ku pêwîst e Kurd baweriyê bi siyasetên Amerîkayê nekin û wiha da xuyakirin, "Amerîka dewletek pragmatîk e û mesleya alîkariyê, şandina 200 leşkeran û alîkariyên locestîkî di çarçoveya parastina berjewendiyên wî welatî de ne."

    Omer Osê wiha berdewam kir: "Ez ji hevalên PYDê û heya ENKSê dixwazim ku baweriyê bi Amerîka nekin, Amerîka dewletek pir pragmatîk e û ew dixwazin Kurdan ji xwe re weke şirîkek bejayî bi kar bînin, jibo hinek planên xwe û bo bi destxistina geosiyasiya nû ya amêrîkî li herêmê."
    .

     

    Bi heman mijarî:

    Washîngton: ‘Rojeva Amerîka û Tirkiyeyê dê PYD û xweseriya Rojava be'
    Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin
    Amerîka: ‘Dibê Rojava bibe herêmeke otonom'
    2016- AMERÎKA: "Tirkiya dê êrişî Rojava bike!"
    Amerîka li Rojava baregeheke leşkerî ava kir
    ROJAVA - Amerîka balafirxaneyeke leşkerî ava dike
    ROJAVA - ENKSê ji bo peşmergeyê Rojava ji Amerîka alîkarî xast
    Etîketan:
    Kurd, ENKS, ypd, YPG, Omer Osê, Rojava, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de