12:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Hatice

    DÎK di 20ê Nîsanê de li Amedê Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê pîroz dike

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Kongreya Îslama Demokratîk ragihand ku bi minasebeta Hefteya Pîroz a Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê li Eyvana Sporê ya Şeradariya Peyasê yê Amedê pîrozbahî li dar bixin.

    Amed — KÎDê diyar kir ku di 20ê Nîsanê saet 13:00an li Kompleksa Eywana Sporê ya Şaredariya Peyasê yê Amedê bernameyeke li dar bixin.

    Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya Alîkarî û Pişetevaniyê ya Alimên Olî ya Amedê Kudbettin Bayler eşkere da zanîn rojbûna pêxemberê Îslamê bi mewlûdê pîroz bikin û bangî gelê Amedê kir ku ji bo beşdarî mevlûdê bibin

    Endama Koordînasyona KÎDê parlamentera Sirtê ya berê Hatice Seviptekin destnîşan kir ku pêxemberê Îslamê mamosteyê mirovahiyê ye û wiha dewam kir: ‘Bi pêxemberê me re heskirin, aştî, azadî û aramî hebû. Me amadekariyên xwe yê ji bo pirozbahiyê temam kirine. Em wek Kongreya Îslama Demokratîk û misilmanan bi çoşek mezin dê rojbûna pêxemberê xwe piroz bikin. Em bangî hemû gelê xwe dikin ku beşdarî pîrozbahiyê bibin û rojbûnê pîroz bikin.'

    Seviptekin got ez hêvîdarim bi vê wesîleyê şer û pevçûnên li bajarên kurdan bidawî bibe û gelê kurd jî bigihijin maf û azadiya xwe.

    Bi heman mijarî:

    PAK: ‘Ji bo rawestandina şer bang li PKKê û dewletê kir'
    Kurdistanê beşdarî ConIFA Cîhanê dibe
    Li Ekvatorê bi mezinahiya 7.8 erdhej pêk hat: 142 kes mirin, 588 kes jî birîndar bûn
    ‘Ji bo Spûtnîknewsê emê hemû tedbîrên hiqûqî bistînin'
    Etîketan:
    aramî, aştî, rojbûn, li dar xistin, pîrozbahî, Kongreya Îslama Demokratîk, Kudbettin Bayler, Hatice Seviptekin, Amed, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de