20:06 22 Îlon 2017
Zindî
    PAK

    PAK: ‘Ji bo rawestandina şer bang li PKKê û dewletê kir'

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2801

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik derbarê şerê li bajarên kurdan yê di navbera hêzên dewleta tirk û PKKê de ragihand ku hêza gelê kurd dikare rê li ber wî şerî bigire.

    Mêrdîn — Serokê PAKê Mustafa Ozçelik duh li navçeya Qoserê ya Mêrdînê beşdarî konferansa partiya xwe ya bi navê ‘Rewşa Kurdistanê û helwesta PAKê' bû û li vir avaftinek pêşkeş kir.

    Ozcelik diyar kir ku şer û pevçûnên li bajarên kurdan dive bê rawestandin û axaftina xwe wiha dewam kir. Jo bo ku em bikaribin vî şerî bidin rawestandin divê gelê kurd xwe bi rêxistin bikin û bi girseyî li hemberî vî şerî bisekinin.

    Herwiha navborî eşkere kir ku jib o rewastandina şer dive hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, siyasetmedar, rewşenbîr û kesên ku li hemberî şer disekinin dengê xwe bikin.

    Bangî dewletê jî kir û ev 90 salên li ser esasên înkar tunekirinê siyasetê dimeşînî em dibînin ku ev siyaseteke pûç û bê encame. Bi kuştin û wêrankirina gelê kurd ji daxwaza azadiyê venagere. Werin em bi riyên siyasî û diyalogan pirsa kurd çareser bikin.

    Ozcelik bangî PKKê jî kir û wiha got: ‘Ev siyeseta ku we 9 mehe li bajarên kurdan daye destpêkirin siyaseteke tenê zerarê dide gelê kurd û bajarên kurdan. Şerê li bajarên kurdan gelek destkeftiyên azadiya Kurdistanê jî têkbiriye. PKKê zûtirî dev jî kolandina xendekên nav bajaran berde.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnex û Colemêrgê şer: 2 leşker hatin kuştin 7 jî birîndar bûn
    Li Bidlîsê şer: 5 birîndar!
    40 cerdevanên ku nexwest şer bikin, ji bajarî çûn
    Parlamenterê HDPê bang li Hikûmeta AKPê kir: "Şer rawestînin”
    Etîketan:
    PKK, kurd, bajar, pevçûn, şer, bang, PAK, Mustafa Ozçelik, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de