14:28 22 Îlon 2017
Zindî
    Operasyon - Êriş - Şer - Pevçûn - Tang - Qedexe -Dorpêç

    Li navçeya Farqînê qedexeya derketina derve hate ragihandin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Qedexe û operasyonên dewleta Tirkiyayê ya li ser bajarên kurdan dewam dikin. Hate ragihandin ku li çend taxên navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya derketina derve hate îlankirin.

    Amed — Li navçeya Farqînê ya bajarê Amedê hate diyarkirin ku li 10 taxan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

    Qayimeqamê navçeya Farqînê ev biryarî bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir ku ji saet 09:30an ê 17ê Nîsanê ve li tax û gundên Farîqnê yên Gorduk, Yayikli, Otluk, Susuz, Eskikoy, Gunduzkoy, Karahaci, Uçbasamak, Çigyatagi û gundê Çardak biryara qedexeya derketina derve hatiye dan.

    Herwiha Qayimeqamtiya Farqînê destnîşan kir ku heta daxuyaniyek din li wan cihan derketina derve qedexeye.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê êriş: Polêsek mir, 2 jî birîndar bûn
    Li Farqînê operasyonan dîsa dest pê kir
    HPGê bîlançoya şerên Mêrdîn û Mûşê daxuyand!
    Li Mêrdînê teqîn: 4 leşker kuştî 3 birîndar!
    Etîketan:
    ragihandin, derketin, derve, qedexe, Qeymeqamtiya Farqînê, Amed, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de