12:45 25 Îlon 2017
Zindî
    AKP

    AKP: Pêvajoyake nû serkeftina PKKê ye

    © Foto: Fib Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3810

    Parlementerê AKPê yê Stenbolê Metin Kulunk ragihand ku eger ew careke din dest bi pêvajoya çareseriyê bikin, ev tişt dê wek serkeftina PKKê bihesibe.

    Enqere — Kulunk got ku rewş hesas e û wiha dewam kir: "Rewş gelekî hesas e, pêwîst bû ku ev pêvajo jî çêbibe û çêbû jî û ev jî ji bo ku dewlet û gel bigihêjin hev jî gelekî giring bû, lê eger em careke din bi rêxistin û pêvekên wê yên siyasî re rûnên, ew ê ne tenê şaşî be lê ew ê îxanet be jî".

    Parlementerê AKPê gotinên xwe wiha dewam kirin: "Eger em careke din pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin, ev tişt dê wek serkeftina PKKê û têkçûna dewleta tirk bihesibe. PKKê jî dê gelekî xurt bibe."

    Di dawiyê Kulunk wiha got: "Avêtina gaveke wiha dê encamin gelekî xerab bi ser dewletê de bîne û dê ne pêkan be ku were telafîkirin. Herwiha wê hêz gelekî têkeve destê PKKê".

    Bi heman mijarî:

    PEN a Navneteweyî: Divê AKP şer rawestine
    Bîlgen: AKP amadekariya makezagona Serokdewletiyê dike
    'AKP dixwaze Kurdan ji bajarên wan derxîne û ereban bicih bike'
    Demirtaş: ‘AKP piştevanê herî mezin yê terorê ye'
    Çelik AKP rexne kir û got: ‘Rewşa derbekerên 12ê Îlonê kirin li holê ye'
    AKP: ‘Li Sûriyeyê em ne li dijî federalîzmê ne'
    Etîketan:
    AKP, pêvajoya çareseriyê, PKK, Parlementerê AKPê, Metin Kulunk, Enqere, tirkiiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de