04:22 24 Îlon 2017
Zindî
    PKK - HPG - KCK - YJA Star

    HPGê bîlançoya şerên Mêrdîn û Mûşê daxuyand!

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3703

    HPGê ragihand ku di şerên li Mêrdînê 6 leşker hatin kuştin û li Mûşê 2 şervanên kurd jiyana xwe ji dest dan.

    Navenda nûçeyan — Navenda Têkiliyan a Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG) encama şerên li Mêrdîn û Mûşê daxuyand.

    Li gorî daxuyaniyê roja 15ê Nîsanê li navçeya Stewr a Mêrdînê di encama şerê li gundên Qirdîlek, Dêrîş, Quzerit, Cirzê, Şutê, Qawsanê de 6 leşker hatin kuştin û fermandarek jî birîndar bû.

    Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di 11ê Nîsanê de li Avzota gundê Mûşê de di navbera herdu aliyan de şer derketiye û di encama şer de 2 şervanên kurd jiyana xwe ji dest dane.

    Li gorî daxuyaniya HPGê navê şervanên kurd yên di şerê Mûşê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

    Nav: Xemgin Koçer
    Navê rastîn: Cemil Ateş
    Cihê jidayîkbûnê: Sêrt
    Dîrok û cihê şehadetê: 11ê Nîsanê 2016 / Mûş

    ***

    Nav: Bahoz Serhat
    Navê rastîn: Mesut Kızılsoy
    Cihê jidayîkbûnê: Mûş
    Dîrok û cihê şehadetê: 12ê Nisanê 2016 / Mûş

     

    Bi heman mijarî:

    HPG nasnameyên 5 şervanên xwe eşkere kirin
    HPG: 7 leşker û efserek hatin kuştin
    HPG: Bîlançoya Amed û Oremarê eşkere kir – 11 kuştî
    HPG nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kirin
    HPG: Li Oremar û Farqînê 7 leşkerên tirk hatin kuştin
    HPG: 5 polîsên tirk hatin kuştin
    Etîketan:
    mûş, şerwanên kurd, mêrdîn, hêzên tirk, şer û pevçûn, hpg, artêşa tirk, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de