04:29 24 Îlon 2017
Zindî
    ERDOGAN Û RUHANÎ

    Rûhanî hate Enqereyê!

    © Foto: AA/ Murat Çetinmühürdar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4601

    Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji bo hevdîtinên fermî pêk bîne çû Enqereyê. Runanî li Enqereyê bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.

    Enqere — Ev rojan trafîka têkiliyên dîplomatîk ya Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan zêde ye. Li Stenbolê Konferansê 13. ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê hate lidarxistin û 3 rojan berdewam kir. Konferansa ku Erdogan jî beşdar bû de ji 56 welatên misilman  bi dehan serokên dewletan beşdar bûn.

    Di civînê de derheqê rewş û pêşeroja welatên misilmanan de hate axaftin û Îran wekî piştevanê Hizbullah û gelek komên terorîst hate binavkirin. Di encama konferansê de danezaneke hevpar hate weşandin û Îran hate şermezarkirin.

    Piştî vê yekê îro Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji bo hevdîtinek fermî pêk bîne çû Enqereyê. Ruhanî ji aliyê Serokomarê tirk Tayîp Erdogan ve bi merasîma fermî ya leşkerî ve hat pêşwazîkirin.

    Piştî merasîma fermî  Rûhanî û Erdogan li ber alayên welatên xwe poz dan rojnamevanan û ji bo hevdîtinê derbasî nava qesrê bûn.  Derheqê miijara hevdîtinê de ti agahî nehatin dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Îran li lûtkeya Îslamê hat şermezarkirin
    Îran: Em xwe ji şerê li dijî Amerîkayê re amade dikin
    Îran: Çûna Esadî ji bo me xeta sor e
    Lavrov: Rûsya, Azerbeycan û Îran agirbestê dixwazin
    Çapemeniya îsraîlî: “Îran PKKê li dijî Kurdistanê bi kar tîne”
    Etîketan:
    lîstikên dewletan, îran û tirkiye, dîplomasî, hevdîtinên fermî, tayîp erdogan, hasan ruhanî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de