15:56 20 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin - Girtin

    Operasyonên siyasî: 3 jê zarok 6 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik/ / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Li Wan û Rihayê di serdegirtina malan de 3 jê zarok 6 kes hatin binçavkirin.

    Êriş û operasyonên dewleta tirk ya li ser gelê kurd naqedin. Li seranserê Tirkiyeyê û li gelek bajarên kurdan her roj gelek welatî ji ber sedemên siyasî têne binçavkirin û girtin. Dîsa li taxa Kurubaşiyê ya navçeya Artemêtana Wanê polêsan bi ser malan de girt û 3 jê zarok 5 kesan binçavkirin.

    Zarokên bi navê M.D. (15) A.Ş. (16) Y. K. (16) û welatiyên bi navê Serhat Dîrek û Tajdîn Dîrek ên sedema binçavkirina wan nehatin zanîn, ew şandin Şaxa TEM ya Miduriyeta Polîsan ya Wanê.



    Li navçeya Hilwana Rihayê jî polêsan bi ser malekê de girtin û welatiyê bi navê Îbrahîm Demîr  desteser kirin.  Sedema desteserkirina Demîr nehate zanîn û wî şandin Muduriyeta Polîsan a Naveçeyê.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê DBPyê yê Şirnexê hat girtin
    Li Rihayê 5 welatiyên kurd hatin girtin!
    Li Colemêrgê cîgira hevşaredar jî di nav de 6 kes hatin girtin
    Konsolosê rûsî:'Raste ku du hemwelatiyên me hatine girtin'
    Serokê Banka Navendî ya Herêma Kurdistanê hat girtin
    Etîketan:
    zilma li ser kurda, operasyonên siyasî, zarokên girtî, tirkye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de