03:05 23 Îlon 2017
Zindî
    Amed - DBP - çalakî

    Li hemberî îstîmlaqa Sûrê mitîng tê li dar xistin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Li Amedê ji ber îstîmlakkirina navçeya Sûrê û li hember operasyonên li ser siyasetmedarên Kurd, bi beşdariya çend rêxistin û partiyên siyasî mitîng tê li dar xistin.

    Amed — Mitîng saet di 14:00 ya Amedê wê li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dest pê bike û hevserokên HDPê, DBPê, KJAyê, KCDê û DEM-GENCê, palamenter û nûnerên saziyên sivîl beşdar bibin.

    Weke tê zanîn piştî ku operasyona Sûrê bi dawî hat, hikûmeta AKPê biryar girtibû ku devereke mezin ya navçeyê îstîmlak bike. Saziyên sivîl û rayedarên partiyên siyasî bertek nîşanî vê biryarê dabûn. Dîsa li Amedê û gelek bajarên Kurdan li hember rêveber û rayedarên HDPê û BDPê operasyon hatin li dar xistin û di encamê de gelek kes hatibûn binçavkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    DBP: AKPê dixwaze dest dane ser şaredariyên me
    HDP û DBP: Em qedexeyê nas nakin!
    BANGA LEZGÎN - DBP û HDP ji bo kuştinên kurdan bangî gel kir!
    DBP: ‘Dewlet ji kuştina 500 kurdê sivîl berpirsiyar e’
    Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
    Etîketan:
    DEM-GENÇ, DTK, KJA, DBP, HDP, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de