12:38 25 Îlon 2017
Zindî
    erol katircioglu

    Akademîsyenê tirk: ‘Bila Parlementerên HDPê û CHPê bihevre îstîfa bikin'

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2211

    Akademîsyenê tirk Erol Katircioglu, derheqê şiroveya Kemal Kiliçdarogli ya li ser rakirina parêzbendiyan nirxand û diyar kir ku bila parlamenterên HDPê û CHPê bi hevre îstîfa bikin.

    Navenda nûçeyan —  Mamosteyê  Fakulteya Îqtîsadê ya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Erol Katircioglu di bernameya Ayşegul Doganê de ya di ÎMC TVyê de rojev nirxand.  
    Katircioglu diyar kir piştî ku Tayyip Erdogan bû serokkomar,  sîyaset ji parlamentoyê derket û ket bin destê Erdogan.

    CHPê derheqê rakirina parêzbendiyan de daxuyandibû ku wê piştevaniya AKPê bikin û gotibû: ‘Siyasetmedar bedelan didin. Em ji rakirina parêzbendiyan natirsin. Bila ya hemû parlementeran bê rakirin heta ku ya serokwezîr jî. Em xwe nadin pişt parêzbendiyê.' 

    'Parlementerên CHPê û HDPê bi hev re û îstifa bikin'

    Katircioglu derheqê  şiroveya Kiliçdaroglu de jî ragihand ku, Kiliçdaroglu êdî ji rastiyê qetiyaye û lewma jî rêya rastîn ya aştiyê îstifaya parlementerên  CHPyî û HDPyî ye. Katiricioglu diyar kir ku bila parlementerên herdu partiyan bi hev re û di carekê de îstifa bikin  û vegerin nava gel. Katircioglu da xuyakirin ku îstifaya parlementeran ya bi hev re, dê derfetên siyaseta nû bide wan.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDP bangî PKK û dewletê kir: Li muzakereyan vegerin
    Hevserokên HDP û DBPê yên Mehserta Mêrdînê hatin girtin
    HDP dengên xwe li rojhilat zêde û li rojava jî kêm dike
    HDP û DBPê bang kir: Werin Geverê
    HDP ji bo Ocalan bibe sermuzakerevan qanûnek pêşniyar kir
    HDP: Bila Ahmet Davutoglu ji wezîrê Kurdistanê lêborînê bixwaze!
    Etîketan:
    zanîngeha marmarayê, parlementerên hdp, îstîfa, erol katircioglu, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de