03:12 23 Îlon 2017
Zindî
    Balafir

    Artêşa Tirkiyeyê bi balafiran Farqînê bombebaran dike

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Hat ragihandin ku balafirên F-16 yên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li Farqînê dest bi operasyona hewayî kirin.

    Farqîn — Hat ragihandin ku balafirên F-16 yên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li Farqînê dest bi operasyona hewayî kirin û baregehên PKKê yên navçeyê bombebaran dikin.

    Piştî ku li 10 gundên navçeya Farqîna Amedê ji duhî saet 19.00an pê ve derketina derve ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin, balafirên şer ên Tirkiyeyê bejahiya gundên Şêlima û Hindêsê bombe kirin.

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, ji danê sibehê ve bejahiya gundên Şêlima û Hindêsê careke din hat bombekirin. Agahî nîne ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî hatiye yan na. Tê gotin ku bomberdûman û gulereşandina li herêmê hê jî berdewam e.

    Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku li herêmên qedexe lê hatiye îlankirin leşker li gundan disekinin û herêm ji aliyê balafiran ve tên bombekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    FARQÎN - Bîlançoya 12 rojên agirîn: 8 jiyanên windakirî û 500 malên wêrane
    Farqîn: Bêjinga qulqulî (wênedank: şahidê 12 rojên şer û pevçûnan)
    Li Farqîn, Şemzînan û Şirnexê operasyon
    POLÊS - Wezîrê Tirkiyeyê: Hevalên me li Farqîn û Nisêbînê karê baş kirin
    Li Farqînê derketine dervê hat qedexekirin
    Etîketan:
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Farqîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de