14:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan ji bo PYDê bertek nîşanî Rûsyayê da

    © Foto: AA/ Şebnem Coşkun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1601

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di Zîrweya Hevkariya Îslamî de ji bo PYDê rexne li Rûsyayê kir û wê bi hevalbendiya rêxistina terorî bi nav kir.

    Stenbol — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di Zîrweya Hevkariya Îslamî de ji bo PYDê rexne li Rûsyayê kir û wê bi hevalbendiya rêxistina terorî bi nav kir.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di Zîrweya Hevkariya Îslamî de ji bo PYDê rexne li Rûsyayê kir û got:'Eşkere dibêjin em çekan didin PYDê û ev raste, lewra ofîsê jî li Moskovayê vedikin. Êdî hevalbendiya xwe ya bi rêxistinên terorîst re venaşêrin.'

    Li Moskovayê ofîsê vedikin

    Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got:'Niha cerema belaya terorê însaniyetî dide. Em li welatê xwe nêzî 35 sal in li dijî terorîzmê tekoşînê didin û heta niha hejmara kuştiyên me jî û aboriya wê jî li holê ye. Niha jî Rûsya daxuyaniyê dide û dibêje belê em çekan didin Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Ev rastî li holê ye û ji xwe re li Moskovayê ofîsan jî vedikin. Êdî tu kes hevaltiya xwe ya bi rêxistinên terorîst re venaşêre.'

    Bi heman mijarî:

    KCKê bersiva Erdogan û Davutoglu da: "Kurd ticarî nebûne welatiyên Tirkiyeyê"
    Serokê MAZLUM DERê: 'Em bertekên Erdogan nagirin ser xwe'
    Erdogan: Bila Cizîr û Gever bibin parêzgeh
    Partiya Komunîst:'Erdogan dixwaze ji penaberan qezencê bi dest bixe'
    Erdogan qesreke nû li Enqereyê ava dike
    Etîketan:
    Serokatiya Devleta Rûsyayê, YPG, Zîrweya Rêxistina Hevkariya Îslamî, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de