21:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Bayik: Li bajarên kurdan bi zanebûn nexweşiya Hepatît Byê tê belavkirin

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik îdîa dike ku hêzên dewleta Tirk li bajarên kurdan bi zanebûn nexweşiya Hepatît Byê belav dikin.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ku ji Televizyona Stêrkê re axivî, derbarê AKPê û serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan nirxandin kir.

    Bayik, Erdogan weke "dijminê mirovahiyê binav kir û got ku "Erdogan niha ne tenê kurdan qetil dike, temamê mirovahiyê qetil dike. Ji ber ku li Sûrê ne tenê çanda kurdan tê qetilkirin, li wir dixwazin dîroka hevpar ya mirovahiyê û çanda mirovahiyê îmha bikin."

    "NEXWEŞÎ Û FİHÛŞ TÊ BELAVKİRİN"

    Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di axavtina xwe de îdayek balkêş jî anî ziman. Li gor îdiaya Bayik,li bajarên kurdan bi kar anîna tiryakê tê teşwîqkirin û fihûş tê bipêşxistin.

    Bayik derbarê vê mijarê de wiha axivî: "Li gor hin zanyariyên ketine destê me, bi taybetî li Amedê û hin gund û navçeyên wê di bin navê ekîbên tenduristiyê de hin derman û derzî didin gel.

    Di encama bikaranîna van amûran de ciwan ji sedî 25 bi nexweşiya Hebatît Byê dikevin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bayik: ‘Tirkiye heta xwerêveberiya gelê kurd nas neke, ev gel jî dewletê nas nake'
    Bayik: ‘Hemû dijminê kurdan li dora AKPê tifaq çêkirine'
    Bayik: ‘Cêrê avê di riya avê de dişikê, wê Erdogan têk biçe'
    Bayik: Eger şer gurtir bibe wê hêzên gerîla têkevin nav bajaran
    Cemîl Bayik: ‘Ew ê hêza kurdan bibînin!'
    Etîketan:
    Partiya Dad û Geşepêdanê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK), KCK, AKP, Recep Tayîp Erdogan, Cemîl Bayik, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de