21:46 25 Îlon 2017
Zindî
    Kadrî Yildirim

    Yildirim:'Divê Tirkiye Enfalê wekî jenosîd binase'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1101

    Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Prof.Dr. Kadri Yildirim di salvegara jenosîda Enfalê de ji bo ku Enfal wekî ‘Jenosîda Kurd' were nasîn pêşnûmayek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Enqere - Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Prof.Dr. Kadri Yildirim di salvegara jenosîda Enfalê de ji bo ku Enfal wekî ‘Jenosîda Kurd' were nasîn pêşnûmayek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir. Di serdama desthilatiya Sedam Hûseyn de ji terefê rejima Beas ve li Herêma Kurdistanê di salên 1986 û 1989an de qetlîamên Helebçeyê û Jenosîda Enfalê pêk anîn, li gorî amûrên ber dest rejima Beas tenê di Jenosîda Enfalê de 182 hezar kurd qetil kirin.

    Gelek metodên dijînsanî bi kar anîn

    Kadri Yildirim, ji bo ku Jenosîda Helebçe û Enfalê wekî ‘Jenosîda Kurd' were qebûlkirin pêşnûmayek pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir. Yildirim di axaftina xwe ya piştî pêşkêşkirina pêşnûmayê de got:' Rejima Beas bi hereketa Enafalê gelek kurd kuştin, zorî koçberiyê kirin, cih û warên wan hilweşand, çekên kîmyewî û gelek metodên ku nayê eqlê însan li dijî kurdan bi kar anî.'

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Ji milyonekê zêdetir bûne koçber

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got:'Rejima Beas, di 16ê Adara 1988an de bi çekên kîmyewî êrişî bajarê Helebçeyê kir, di encama êrişê de ji 5 hezaran zêdetir kurd hatin qetilkirin, ji 10 hezaran zêdetir kurd jî birîndar bûn û nêzî milyonekê jî koçber bûn. Her wiha li gorî lêkolînên hinek saziyên serbixwe hejmara kuştiya ji 5 hezaran jî gelekî zêdetir e.'

    Bi heman mijarî:

    Kadrî Yildirim li TBMMê cara yekem pêşniyaza bi kurdî da
    CHPê jî li dijî HDPê derket!
    Hevseroka HDPê ya Mêrdînê hat girtin
    Parlamenterê HDPê bang kir: ‘Em tevlî kampanyaya 'Malbata Bira' bibin'
    Heyeta HDPê bi serokatiya Demirtaş gihîştin Almanyayê
    Li Stenbolê 9 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Jenosîda Kurd, Jenosîda Enfal û Helebçeyê, Kadrî Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de