10:30 20 Îlon 2017
Zindî
    IHD

    IHD: li ‘’herêmê’’ 279 kes bi gulleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Komeleya Mafên Mirovan(IHD), rapora salane ya binpêkirinên mafên mirovan ji bo 3 mehên pêşiyê yên sala 2016ê bi raportekê eşkere kir.

    Amed — Li gor raportê: ‘' 249 kes bi gulleyên hêzên ewlehiyê [yênTirkiyeyê] hatine kuştin û 92 kes birîndar bûne. Hêzên ewlehiyê mûdaxeleyî 53 xwenîşandanan kirine… ya kêm 28 welatî bi mûdaxaleyan birîndar bûne. ‘'

    Her dîsa li gor raportê, hêzên ewlehiyê bi ser 1.105 malan de girtine, 2.274 kes desteser kirine ku 95 ji wan zarok bûne, 547 kes girtine û 30 kes ji wan jî zarok in.

    82 welatî li dema hatine desteserkirin îşkence li wan hatiye kirin û li derve û li dema bisermalandegirtinê îşkence li 59 welatiyan hatiye kirin.

    Li gorî IHDyê di şerê, di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û Hêzên Ewlehiya Tirkiyeyê de 97 kes ji Hêzên Ewlehiya Tirkiyeyê û 126 kes ji hêzên PKKyê jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    KMM: ‘Di salekê de hezar û 374 kesan jiyanên xwe ji dest dan'
    KMM: 37 rojên dawîn de 48 welatiyên sivîl hat qetil kirin
    Etîketan:
    Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyayê (IHD), İHD, KMM, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de