14:46 19 Îlon 2017
Zindî
    îhader

    ‘Li gorî wan Îslam şîrketek e û ew jî patronê wê şîrketê ne'

    © Foto: bestanuce
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1201

    2 roj berê li Stenbolê Konferansa Îslamê dest pê kir û wê îro jî bi dawî bibe. Konferans ji naveroka xwe bêhtir bi îsrafkariya serokên beşdar kete nava rojevê. Li ser konferansê Serokê ÎHADERê Ahmet Ekincî rexne kir û diyar kir ku serokên dewletên misilman îsrafkarên mezin in.

    Navenda nûçeyan — Bi sedema ‘Hefteya Rojbûna Pêxemberî'  Konferansa Demokratîk ya Îslamê (DÎK) çalakiyên pîrozbahiyê da destpêkirin.  Di çarçoveya pîrozbahiyan de wê li 16 navendan çalakî bên lidarxistin. Komeleyê çalakiya xwe ya pêşîyê li Enqereyê li avahiya Komeleya Lêkolînên Heqîqetên Îslamê(ÎHADER) bi xwendina Mewlûda Kurmancî da destpêkirin. 

    Ji beriya xwendina mewlûdê Serokê ÎHADERê Ahmet Ekîncî li ser Konferansa Teşkîlata Hevkariya Îslamî  rexneyên xwe anî ziman û got: ‘Ew kesên beşdarî vê konfreansê bûne ne di rêya Pêxemberî de ne. Îsrafkar in. Li gorî nêrîna wan Îslam şîrketek e û ew jî wekî patronên wê şîrketê ne.'

    Serokê ÎHADERê Ahmet Ekîncî Konfreransa Hevkariya Îslamî rexne kir û diyar ku serokên dewletên misilman bûne wekî sembole mûsrîfiyê û got: ‘Dema Pêxember wefat kir li mala wî tenê hêsîrek hebû. Ew gelekî mirovekî mutewazî bû.Lê em îro li serokê dewletên misilman dinêrin ku bi 550 wesayetan diçin deran. Ji ser xwe çûne, lewra heta alavên destşokên wan zêr in. Ev kes kesên ne di rêya Pêxemberî de ne û gelek îsrafkar in.'

    Bi heman mijarî:

    Bexdadî îslam ola şer e ne ya aştiyê ye
    PEN a Navneteweyî: Divê AKP şer rawestine
    KCK: AKP bi vî awayî biçe dê serserkî li erdê bikeve
    Bîlgen: AKP amadekariya makezagona Serokdewletiyê dike
    'AKP dixwaze Kurdan ji bajarên wan derxîne û ereban bicih bike'
    Demirtaş: ‘AKP piştevanê herî mezin yê terorê ye'
    Çelik AKP rexne kir û got: ‘Rewşa derbekerên 12ê Îlonê kirin li holê ye'
    Etîketan:
    Teşkîlata Hevkariya Îslamî, musrîf, serokên ereb, îslam û îsraf, rexne, dîk, îhader, ahmet ekîncî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de