08:32 26 Îlon 2017
Zindî
    Penaber

    HRW:Tirkiye li sînor êrişê penaberên sûriyeyî dike'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Şopandin a Mafên Mirov (HRW) ragihand ku bi hezaran penaberên sûriyeyî ku di nava dorpêça şerê DAIŞ û grûbên çekdar ên bakurê Helebê de asê mane, diçin sînorê Tirkiyeyê.

    Rêxistina Şopandin a Mafên Mirov (HRW) ragihand ku di nava 48 saetên dawî de ji ber dorpêçê 30 hezar penaberên sûriyeyî berê xwe dane sînorê Tirkiyeyê, lê hinek mihafizên sînor ên Tirkiyeyê bi çekan êrişî pênaberên sûriyeyî kirin.

    Berpirsê HRWê Gerry Simpson banga Tirkiyeyê kir ku bi awayê lezgîn sînoran veke û destûra derbasbûna penaberan bide. Ev nêzî salekêye sînor, ji xeyrî birîndarên giran ji penaberan re girtiye. Tirkiye bi girtina sînorên xwe dibe sedem ku jin, zarok û extiyarê sûriyeyî xwe di xendekan de veşêrin. Tirkiye bi hewldanên xwe yên avakirina qaşo herêmeke ewle, ji bo van însanan wekî tiştekî henek e.

    Bi heman mijarî:

    HRW: Tecrîda li ser Ocalan rakin!
    HRW: Kuştinên sivîl ên bajarên kurdan tirsnak e
    Rêxistina HRWê: Haşdî Şabî jî wekî DAIŞê ye
    Di nava du rojan de, 4 hezar penaber ji mirinê hatin rizgarkirin
    Li Almanyayê bi hezaran zarokê penaber windayî ne!
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Grûbên Terorîst, DAIŞ, Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), Gerry Simpson, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de