14:38 19 Îlon 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demîrtaş: Rakirina Parêzbendiya me madelyeya rûmetê ye

    © AP Photo/ Emre Tazegul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1120

    Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş ji bo mijara rakirina parêzbendiyê got ku heke ji ber fikrên me wê parêzbendiyên me rakin, ev ji bo me dê bibe madelyeya rûmetê.

    Enqere — Hevserokê HDPê ji beriya civîna rêvebiriya partiya xwe pirsên rojnamevanan bersivandin.

    Demîrtaş derbarê pirsa rakirina parêzbendiyê û helwesta Partiya Gel ya Komarî (CHP) de got ku "Heke di warê rakirina parêzbendiyê de ji dil bin, pêşnûmeyeke HDPê heye, bila piştgiriya wê bikin. Em weke çar partî sînor ji parêzbendiyê re deynin. Lê qasî tê xuya kirin, derdê AKPê ew e ku parlamenterên HDPê bavêje himbêza dadgerên ku bi xwe ve girêdaye û bi fermana wê tevdigerin.

    Selahatîn Demîrtaş li ser helwesta CHPê jî sekinî û bang li wê partiyê kir. Li gor nirxandina Demîrtaş, divê CHP van xefikên sivik û ji rêzê baş hesab bike.

    Hevserokê HDPê herî dawî wiha axivî: "Ji bilî Xwedê tirsa me ji tu kesan nîne. Tu hesabê ku em nedin jî nîne. Wê parêzbendiya wan kesan hebe ku diz in, talanker in, perê gel didizin, cî nîne pare xwe têxinê, lê heke ji ber fikrê me parêzbendiya me rakin, ev ji bo me dê bibe madelyeya rûmetê.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDPê bi serokatiya Demirtaş gihîştin Almanyayê
    Demirtaş: 'Kesên ji mirovahiyê bêpar gefên deranîna hemwelatiyê li me dixwin'
    Demirtaş: ‘AKP piştevanê herî mezin yê terorê ye'
    Selahatin Demirtaş Nimêja Înê dê li Cizîrê eda bike
    Demirtaş: 'Ev faşîzm dê li vê welatî wê nejî!'
    Etîketan:
    parêzbendi, CHP, HDP, Selahaddin Demîrtaş, tirkiiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de