04:27 21 Îlon 2017
Zindî
    Şer, pevçûn

    Artêşa Sûriyê fermandarê rêxistina Feylek El Şamê kuşt

    © AFP 2017/ KARAM AL-MASRI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Fermandarê rêxistina Feylek El Şamê li bajarê Handaratê di şer de hate kuştin ku ev rêxistin li hemberî Artêşa Sûriyê ya Azad şer dikir.

    Heleb- Li gor ku nûçegîhanê Spûtnîkê Hîkmet Dûrgûn ragihandiye, artêşa Sûriyê ji bo bakûrê Sûriyê ji rêxistinên cîhadî bêpaqijkirin bi piştgiriya Rûsyayê, Îranê û Hizbûlahê amadekariyên operasyoneke berfireh dike. Di heman çarçoveyê de artêşa Sûriyê ji bo bajarê Handaratê ji cîhadîstan bistîne kete nava liv û tevgerê ku evder ji bo operasyona bakûr ciyekî stratejîk e.

    Di navbera rêxistinên Eniya El Nûsrayê, Feylek El Şamê û Ahrar'uş Şamê û artêşa Sûriyê de li bajarê Handaratê şer û pevçûn gûr bûne ku ev bajar 25 kîlometir dûrî navenda Helebê ye. Hate zanîn ku di şer de fermandarê leşkerî yê Feylek El Şamê Hekîm Omer hate kuştin. Her weha ji El Nûsrayê û Artêşa Sûriyê ya Azad jî 45 milîtan mirin.

    Feylek El Şam bi Artêşa Sûriyê ya Azad re tevdigere ku ev rêxistin ji hêla Tirkiyê û Erebistana Siûdî ve tê destekkirin. Her weha Feylek El Şam ji Artêşa Fethê veqetiya bû. Rêxistinê di hinceta veqetandinê de diyar kiribû ku Artêşa Fetih di şerê DAIŞê de bi israr e. Jixwe Feylek El Şamê, ragihandibû ku ew naxwazin şerê DAIŞê bikin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji balafirên artêşa Sûriyê bombebaran
    `Hizbolla` û artêşa Sûriyê hewldidin jibo dîsa bajarê Zabadanî kontrolbikin
    Fermandarê artêşa azad ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin
    DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
    Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
    Etîketan:
    Ahrar-u Şam, Hizbullah, Feyleq El-Şam, Artêşa Fethê, El Nusra, Artêşa Sûriyeyê, Artêşa Azad a Sûriyayê, Hekîm Omer, Handarat, Bakurê Suriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de