14:43 19 Îlon 2017
Zindî
    Amed meşiya, dinya hejiya; Azadiya Welat

    Qedexeya li ser çapemeniya muxalif zêde dibe!

    © AP Photo/ / Burhan Ozbilici, file
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3411

    Li Tirkiyeyê wekî gelek pîşeyan karê çapemeniyê jî di rojên zehmet re derbas dibin. TÎBê gelek torên medyayê yên wekî Sputnîknews, Azadiya Welat, DÎHA dîsa asteng kir û rê li ber stendina agahiyê li gel girt.

    Navenda nûçeyan — Qedexeya li ser çapemeniyê her ku diçe zêde dibe. Hikumet zext û zorên mezin li ser çapemeniya mixalif dike û dixwaze rê li ber xebatên wan bigre. Ji aliye Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB), herî dawî, malperên wekî ajansa fermî ya rûsî Sputnîknews, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Rojnameya Azadiya Welat hatin asteng kirin. Sputnîk ya ku navnîşana wê ‘krd.sputniknews.com' û bi 31 zimanan weşanê dike duh bi biryara TÎBê ve hate astengkirin.

    Ji xeynî wê jî DÎHA cara 35emîn û Azadiya Welat jî cara 6emîn hatin sansûrkirin. Piştî şer û operasyonên dewleta tirk yê li bajarên kurdan dest pê kirin, astengiyên li ser çapemeniya muxalif zêdetir bûn û ew bûn hedefa çapemeniya aligirên hikumetê. Hikumet bi van astengiyan dixwaze ser qirêjiyê xwe bigre û operasyonên xwe yên li bajarên kurdan bi rehetî berdewam bike.

    Lewma jî zextên xwe yên li ser çapameniya azad zêdetir dike. Piştî operasyonên li bajarê kurdan dest pê kirin, rojnameya Azadiya Welat 2emîn û DÎHA jî cara 34emîne ku ji aliyê TÎBê ve hate astengkirin. Ji xeynî wê jî kanalên wekî ÎMC, VAN TV, Jiyan TV, GUN TV û li gelek torên medyayên muxalif û kurdan bi hincetên vala ceza hatin birin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sputnîk hat astengkirin
    Sîmonyan: Gotina azad li Tirkiyeyê hat bidarvekirin
    TIB:'Astengkirina Spûtnîkê demkî ye, biryara dawî dê dadgeh bide'
    Staffan De Mistûra: ‘Ez gelekî xemgîn im'
    Etîketan:
    tib, jiyan tv, alîgirên hikumetê, çapemeniya muxalif, çapemeniya kurd, sputnîknews, dîha, azadiya welat, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de