23:09 20 Îlon 2017
Zindî
    Ajansa Nûçeyan Spûtnîk

    TIB:'Astengkirina Spûtnîkê demkî ye, biryara dawî dê dadgeh bide'

    © Sputnik/ Vladimir Trefilov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1211

    Berpirsekî Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TIB) ya Tirkiyeyê ragihand ku malpera Spûtnîkê bi awayê demkî hat astengkirin û dê biryara dawî jî dadgeh bide.

    Ajansa Navnetewî a Nûçan,Sputnik
    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Navenda Nûçeyan — Berpirsekî Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TIB) ya Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku malpera Spûtnîkê bi awayê demkî hatiye astengkirin û biryara dawî jî dê dadgeh bide.

    Berpirsê TIBê di hevpeyvîna xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku me biryara astengkirina Spûtnîkê da û me ev biryar bire dadgehê. Ev prosedur di nava qanûnan de jî heye. Li gorî qanûnan malperên ku agahiyên derqanûnî belav dike pêşî têne astengkirin û paşî jî diçin dadgehê. Gelo dê malper vebe an jî wê astengkirî bimîne, biryara vê jî dê dadgeh bide.

    Her wiha berpirsyarê TIBê sedema astengkirina malpera Spûtnîkê eşkere nekir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?
    HACK - 'Rûpela Spûtnîk Kurdistanê ya Facebookê kete destê faşîstan'
    Pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê: 'DAIŞ tenê li riya revê digere'
    Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
    Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
    Etîketan:
    Ajansa Spûtnîkê, Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de