04:29 24 Îlon 2017
Zindî
    Xeta sînor

    Rûsya:'150 cihadîst ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'

    © Foto: Evrensel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku ji Tirkiyeyê zêdeyî 150 milîtanên cihadîst derbasî herêma Lezqiyeyê bûn.

    Navenda Nûçeyan — Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku ji Tirkiyeyê zêdeyî 150 milîtanên cihadîst derbasî herêma Lezqiyeyê bûn.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi rêya malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û got: ‘Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, yekîneyek ji zêdeyî 150 cihadîstan pêk dihat di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî bakur rojhilatê herêma Sûriyeyê bûn.'

    Di daxuyaniya Navenda Şopandina Agirbestê de hat ragihandin ku terorîstan bi roket û topan êrîşî gundên Sandran, Beyt Smayra, Kînsîba û Kermel kirine û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, 4 sivîl jî birîndar bûne.

    Li gorî zanyariyên berdest grûbeke terorîst ya ji 400 kesî pêk dihat bi tank û wesayîtên zirxî êrişî artêşa Sûriyeyê ya li nêzî Handerat û êrişî çeperên YPGê yên li taxa Şêxmeqsûda Helebê kirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG'ê careke din bi lezgînî hişyarî da! "Grûbên terorîst madeyên kîmyewî bi kar tînin"
    Grûbên terorîst dîsa êrişî Şêxmeqsûdê kirin: 3 kuştî û 6 birîndar
    Rûsya: ‘Mixalifên nerm û grûbên terorîst çend caran agirbest îxlal kirin'
    Lavrov, navê du grûbên terorîst yên Sûriyeyê eşkere kir
    Mûellîm: 'Rûsya, li Sûriyê tenê li grûbên terorîst dixe'
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, YPG, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de