01:32 14 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    ÎDIA- Tirkiyê êrişî Şehbayê kir: 25 welatiyên sivîl hatin kuştin!

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor îdîaya Ajansa Nûçe ya Hawarê (ANHA) leşkerên Tirk êrişî gundê Hewar Kîlîsê yê herêmên Şehbayê kirin û di encamê de 25 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

    Efrîn- ANHAyê derbarê heman nûçeyê de ragihand ku piştî lîvaya Sûltan Mûradê heman gund dagir kir, hêzên artêşa Tirk jî gund bi tangan topbaran kir. Di encama vê topbaranê de 25 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku piranî jin û zarok in.

    Li gorî ajansa ANHAyê kesên ku jiyana xwe ji dest danê wiha ne: 'Îbrahîm Hilwî û hevjîna wî Gulê Hilwî, Îbrahîm Henîfî û hevsera wî û çend endamên malbata Idrîs.'

    Gundê Hewar Kîlîsê 8 km dikeve bakur rojhilatê bajarê Ezazê û piraniya şêniyên wê kurd in. Hate îdîa kirin ku di 12'ê Nîsanê de hêzên taybet ên Tirkiyeyê, derbasî heman gundî bibûn.

    Bi heman mijarî:

    YPGê derbarê şerên li Efrîn û Kobanê de daxuyanî da
    Efrîn û Şêxmeqsûd di bin êrişan de ne
    YPG: Li Şêxmeqsûdê gaza bi jehr hate bikaranîn
    YPG: 'Hêzeke taybet ya Tirkiyeyê ket Sûriyeyê'
    ROJAVA - Artêşa tirk Qamişlo bombebaran dike!
    Etîketan:
    Sûltan Mûrad, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ANHA, Artêşa Tirk, Îbrahîm Henîfî, Gulê Hilwî, Îbrahîm Hilwî, Hewar Kîlîs, Ezaz, Efrîn, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de