12:44 20 Hezîran 2018
Nisêbîn

Fermandarê Hêzên Bejayî serdana Nisêbînê kir

© Foto: facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Fermandarê Hêzên Bejayî yê artêşa Tirk Salîh Zekî Çolak, li Nisêbînê serdana baregehên leşkerî kir û derbarê operasyonan de agahî stand.

Mêrdîn- Fermandar Çolak ku li gel hin payebilindên artêşê îro çû Nisêbînê û li wir bi rayedarên leşkerî re hevdîtin kir. Li gor ragihandina çapemeniya Tirkiyê Salîh Zekî Çolak li navenda tevgera operasyonê û li ser sînor geriya û rewşa dawî ya operasyonan şopand.

Her weha Fermandarê Hêzên Bejayî Salîh Zekî Çolak, çû nexweşxaneya Nisêbînê û bi leşker û polîsên birîndar re hevdîtin kir.

Li Nisêbînê ji 14ê Adarê û vir ve operasyonên artêşa Tirk berdewam dikin û di navbera hêzên ewlekarî û YPSê de şer û pevçûn diqewimin. Serdana Çolak di demeke wisa de pêk hat ku nûçeyên derbarê nebaşiya psîkolojiya leşkeran de belav bûye.

Bi heman mijarî:

Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de xendek tê kolandin
OPERASYON - Li dijî Nisêbîn û Hezexê amadekariya êrişan...
Li Nisêbîn û Cizîrê heta sibehê li dijî kurdan êrîş pêk hatin
Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
14 rojên tofanî: Nisêbîn
Etîketan:
YPS, Hêzên Bejayî, Salîh Zekî Çolak, Mêrdîn, Nisêbîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de