15:28 23 Hezîran 2018
DAIŞ

Hedefa DAIŞê ya nû: Melayên brîtanî û alîkarê Clinton

© REUTERS / Ali Hashisho
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Terorîstên DAIŞê di kovara xwe de lîsteya hedefên xwe yên nû eşkere kirin. Di lîsteyê de hin melayên misilman û alîkarê Hillary Clintonê jî heye.

Navenda nûçeyan — DAIŞ di kovara xwe ya bi navê Dabiq ya ku bi zimanê îngilîzî weşanê dike de lîsteya kurbaniyên xwe yên nû weşand.
Di lîsteyê de li ser melayên brîtanî yên ku wan wekî ‘melayên kafir' bi nav dikin û ji fermana êrişa wan didin aligirên xwe.

Di lîsteya terorîstan ji xeynî melayan alîkarê Hillary Clinton, Huma Abedin û parlementerê amerîkî Kith Ellison jî hene.

‘Di pêşerojê de emê êrişên mezintir bikin'

DAIŞ di kovarê de bi êrişên Parîs û Brûkselê serbilind dibin û dibêjin ku: ‘Parîs hişyarî bû û Brûksel jî biranîn. Ev ne tiştek bûn.Êrişên me yên di pêşerojê de wê gelekî mezintir û tundtir bin. ‘

Bi heman mijarî:

DAIŞ salane 200 milyon dolar bi dest dixe
DAIŞ çekên xwe ji Rojavaya mexmûrê dikişîne
Di navbera DAIŞ û artêşa Iraqê de şer: 40 kuştî
Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
DAIŞ bi alaya Kurdistanê êrîş dike
Dibe DAIŞ dest bi êrişa nûkleerî bike
Etîketan:
êrişên terorîstan, rojnameya daişê, dabiq, terorîst, daiş, Kith Ellison, Huma Abedin, Hillary Clinton, brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de