06:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Volkan Bozkir

    Tirkiye:'Em ê raporta PEyê îade bikin'

    © REUTERS/ Jussi Nukari/Lehtikuva
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Yekitiya Ewropayê yê Tirkiyê Volkan Bozkir derbarê raporta Parlamena Ewropayê de daxuyanî da û got ku ev raport ji bo me tuneye û ew ê raporê bi şûn de bişînin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Yekitiya Ewropayê yê Tirkiyê Volkan Bozkir derbarê raporta Parlamena Ewropayê de daxuyanî da û got ku mixabin heta niha me derdê xwe bi wan neda gotin, heke ev raport bi vî awayî têkeve meriyete, em ê îade bikin.

    Hêviya me ku di dengdayînê de were redkirin

    Volkan Bozkir di berdewamiya axaftina xwe de got:'Mixabin di nava raporta îsal de jî hinek peyvên ku bûyerên 1915an wekî komkujî dide nişandan cih digrin. Lê piştî nîvro ev raport wê di Parlamentoya Ewropayê de were dengdan. Em hêvî dikin kesên li PEyê girîngiyê bidin dostaniya Tirkiye û Yêkîtiya Ewropayê û bi eqlêselîm tev bigerin û red bikin. Wê demê em dikarin mijarê ji hev re şîrove bikin. Lê heke ev mijar neyên serastkirin raport ji bo me di hûkmê tunebûnê de ye.'

    Bozkir di dirêjiya axaftina xwe de got:'Em negengazin ku biryara wan bi cih bînin. Mixabin heta niha me derdê xwe ji wan re neda îfadekirin, heke ev raporta Parlamentoya Ewropayê bi bi vî rengî derkeve, em ê vê raportê îade bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Ewropayê: ‘Dev ji vegerandina penaberan berdin'
    Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
    Parlamentoya Ewropayê qirkirina Kurdên Êzidî nas kir
    Serokê Parlamentoya Ewropayê: Kiryarên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin!
    Parlamentoya Ewropayê: 'Kurdistanê nirxên mirovahiyê û pêkvejiyanê parastin'
    Etîketan:
    Parlamentoya Ewropayê (PE), Wezîrê Yekitiya Ewropayê yê Tirkiyê, Volkan Bozkir, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de