03:33 14 Kanûn 2017
Zindî
    Artêş

    Artêşa Yewnanîstanê ‘ji ber Tirkiyê' Fermanek da

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yewnanîstanê, Tirkiyê bi provokasyonê tohmet kir û fermana tetbîqatê da hêzên xwe yên leşkerî da ku rewşa xwe ya hişyariyê kontrol bikin.

    Navenda Nûçeyan — Payebilindekî Wezareta Berevaniya Yewnanîstanê ji Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku fermana tetbîqatê ji hêla wezîrê berevaniyê Panos Kammenos ve hatiye dayin. Payebilindê ku nexwest navê xwe aşkere bike got ku "Ji bo ku hişyar bin em tetbîqateke mezin li dar dixin. Di dîrokê de me dîtiye ku dema Tirkiyê di nav xwe de pirsgirêkan dijî xwestiye van tiştan li derve bide xuya kirin. Ji ber wê jî divê em amadekariyên xwe bikin."

    Yewnanîstanê ragihandibû ku balafirên Tirkiyeyê roja duşemê qada wan ya asmanî derbas kiriye û wan ev balafir li gor rêzikên navdewletî dûr xistine. Li gor daxuyaniya Serfermandariya Artêşa Yewnanistanê roja duşemê li gor saeta herêmî saet di 13.26 de 2 balafirên Tirk yên F-16, di navbera giravên Mîdîlî, Saqiz û Oînoûssesê de qada esmanî ya Yewnanîstanê derbas kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Yûnanîstan li benda alîkariya Yekîtiya Ewropayê ye
    Yûnanîstan dê ji "Herêma Schengen"ê derkeve yan na?
    Yûnanîstan: Tirkiye piştgiriya qaçaxçiyan dike
    Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
    Etîketan:
    Wezareta Berevaniya Yewnanîstanê, Panos Kammenos, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de