00:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    PKK - HPG - KCK - YJA Star

    KCK: AKP bi vî awayî biçe dê serserkî li erdê bikeve

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk(KCD) Cemîl Bayikî bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî yên ‘' an ew ê serê xwe bitewînin an jî serê xwe bidin'' da.

    Navenda Nûçeyan — Bayikî di quncika xwe ya di rojnameyeka kurdî de bi hişkî bersiv da Erdoganî.

    Cemîl Bayikî li nivîsa xwe dîyar kiriye: ‘' Feraseta AKPyê û politikaya wê nişan dide ka çi qas biryareka rast e ku em berxwedana gelê kurd û tevgera azadiyê bilind bikin… Hima hikumeta AKPyê çi qasê bixwaze bila bike qêrîn û hewar, bila bangî hemî şerên qirêj û dijminên kurdan bike, bila wan bîne nik xwe lê dîsa jî nikare ji aqubeta xwe xelas bibe.''
    Bayikî li nivîsa xwe zêde kiriye û eşkere kiriye: ‘' divê rêxistina demokrasîxwazên Tirkiyeyê û kurdan, berxwedana xwe pirreng û dewlemend bikin. Divê bi wî awayî serê faşist ê AKPyê li dîwaran bê dayin ku dibêje an serê xwe bitewînin an jî serê xwe bidin.

    Bi heman mijarî:

    KCK bersiv da Erdogan: We şer li gelê kurd ferz kiriye, ew jî dê bersivê bidin
    KCK: Em niha serxwebûnê naxwazin
    KCK: bi dirûşma “bê serok jiyan nabe” rojbûna Ocalanî pîroz kir
    KCK: "Dewleta tirk dijmin e û tirs ketiye dilê dijmin"
    KCK: ‘Divê gelê me ji bo parastina hebûna xwe biherikin qadan û Newroza xwe pîroz bike'
    Etîketan:
    AKP, KCK, Recep Tayyip Erdogan, Cemîl Bayik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de