14:06 11 Kanûn 2017
Zindî
    HPG

    HPGê bersiva eşîra Jîrkiyan da: Êriş provokasyona dewletê ye

    © Foto: Lekolîn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43

    HPGê da xuyandin ku, hêzên wan serokê eşîra Jîrkî Tahîr Adiyaman nekiriye armanc û destnîşan kir, ev bûyer provokasyoneke dewletê ye.

    Navenda nûçeyan — Serokê eşîra Jîrkiyan Tahîr Adiyaman, li gundê Ayvalikê yê Elka Şirnexê, rastî êrîşekê hat û birîndar bû. Li ser vê yekê endamên eşîrê PKKê berpirsiyarê vê êrişê hesiband û gef li PKKê xewarin.

    Derheqê êrişê de îro ji aliyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "wan ev êrîş nekiriye û di çapemeniya tirkan de hat gotin ku, 'PKKê  êrişî Tahîr Adiyaman kiriye, ti pêwendiya wan bi vê bûyerê nîn e."

    Li gorî daxuyaniya HPGê, "hin endamên eşîra Jîrkiyan naxwazin xwe ji operasyonên Şirnexê vekişînin, lewma wan ev kiryar bi piştgirî û teşwîqa dewleta tirk kiriye.

    HPGê diyar kir ku "divê hemû gelê Jîrkiyan û gelê Botan li hember provakasyonên wiha nexapin û baldar bim. Ev bûyer provokasyon e, bi destê dewletê hatiye kirin."

    HPGê ragihand ku, ev yek nîşan dide ku dijmin di rêya eşîra Jîrkiyan re hewl dide û dixwaze hinekan ji wan li hemberî tevgera wan provoke bike û wan wek kontra bi kar bîne. Daxwaza me ew e ku bila hemû gel li hemberî bûyerên wiha hişyar bin û helwesteke welatparêzî nîşan bidin.

    Bi heman mijarî:

    HPG nasnameyên 5 şervanên xwe eşkere kirin
    HPG: 7 leşker û efserek hatin kuştin
    HPG: Bîlançoya Amed û Oremarê eşkere kir – 11 kuştî
    HPG nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kirin
    HPG: Li Oremar û Farqînê 7 leşkerên tirk hatin kuştin
    HPG: 5 polîsên tirk hatin kuştin
    HPG: ‘Li Heftanînê 2 leşker hatin kuştin'
    Etîketan:
    hgp, kontra, cerdevanên jîrkî, eşîra jîrkiyan, pkk, dewleta tirk, tahîr adiyaman, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de