23:28 19 Hezîran 2018
binçavkirin-girtin

Li Rihayê 5 welatiyên kurd hatin girtin!

© Foto: © AA/ Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li Rihayê 5 welatî ji ber parvekirinên xwe yên li ser malpera Facebookê hatin girtin.

Riha — Operasyonên siyasî yên li ser welatî û siyasîyên kurdan berdewam in. Dewleta tirk her roj bi operasyonên bi vî rengî dixwazin gelê kurd çavtirsandî bikin û gel ji kurdîtiyê dûrbixînin.  Derdora fikren gel her ku diçe teng dibe û bêhtir jî welatiyên kurd ji ber sedemên pûç û vala têne girtin.

Li navçeya Hîlwan ya Rihayê 6 welatî bi hinceta ku li ser medyaya sosyal heqaret li Serokwezîr Tayîp Erdogan kirine û propagandaya PKKê kirine îro destê sibehê ji aliyê polêsan ve  hatin binçavkirin.

Her 6 welatî sewqî dadgehê bûn û di encamê de 5 ji wan hatin girtin. Navên kesên ku hatin girtin wiha ne: Ramazan T., Yunus T., Mecnun T., Hasan C., Adîl T. ve Mujdat T. ne.

Bi heman mijarî:

Rêvebirê DBPê Firat Alokmen hat girtin
Erzîrom- operasyonên siyasî: 5 xwendevan hatin girtin
Li 3 bajaran operasyonên siyasî : 19 kes hatin girtin!
Ji 50 girtiyên siyasî yên hatine sirgûnkirin agahî nayê girtin!
Li Wanê operayonên siyasî!
Etîketan:
gelê kurd, dijminahî û gel, dewleta tirk, operasyonên siyasî, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de