23:32 24 Hezîran 2018
Şer - polês

Li Nisêbînê psîkolojiya leşkerên tirk xirab bûye

REUTERS/ Sertac Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku, li Nisêbînê psîkolojiya leşkerên tirk hemberî hêzên girêdayî PKKê xirab bûye. Piştî van agahîyan Serfermandariya Artêşa Tirkiyê jî, biryar girtiye ku psîkiyarîst bişîne Nisêbînê.

Navneda Nûçeyan — Li gor nûçeya Rojnameya Cûmhûriyetê, ev biryar hatiye dayîn ji ber ku di demên dawiyê de gelek leşkerên artêşa Tirkiyeyê li Nisêbînê hatine kuştin. Piştî ku biryar hatiye dayîn, hin psîkîyatirîst çûne Nisêbînê û dest bi xebatên xwe kirine.

Di şerê Nisêbînê de gelek leşkerên artêşa Tirkiyê ji destpêkê heta niha hatine kuştin ku, hin ji wan payebilind bûn. Dîsa ji ber vê rewşê leşkerekî artêşa Tirk xwe kuşt.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê li ser vê rewşê biryar da ku psîkîyatîstran bişîne Nisêbînê da ku ji leşkeran re bibin alîkar.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Nisêbîn û Geverê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de xendek tê kolandin
OPERASYON - Li dijî Nisêbîn û Hezexê amadekariya êrişan...
Li Nisêbîn û Cizîrê heta sibehê li dijî kurdan êrîş pêk hatin
HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
Etîketan:
Rojnameya Cûmhûriyetê, psîkîyatirîst, Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê, leşker, PKK, Nisêbîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de