01:39 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hezex

    Li Hezexê zarokek mir!

    © Sputnik/ Ömer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duh li naveçeya Hezexê ya Şirnexê zarokekî 4 salî gava li hewşa mala xwe dilîst, tiştek pê de teqiya û bi giranî birîndar bû. Ew zarok îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

    Şirnex — Hêj operasyonên dewletê li ser bajarên kurdan dewam dikin û her roj gelek welatî jiyana xwe ji dest didin. Hate ragihandin ku duh li navçeya Hezexê ya Şirnexê, zarokekî 4 salî li hewşa malê cismek dîtiye û gava pê lîstiye, ew tişte pê de teqiyaye. Zaroka piçûk di encama teqînê de giran birîndar bû û ji bo dermankirinê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Zaroka keçik ya bi navê Hidayet Tek ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin tevî hemû mudaxaleyên tibî îro jiyana xwe ji dest da.

    Herwiha derbarê teqînerê de hêj tu agahî nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    ŞIRNEX - Bi roketan êrişî baregeha polêsan hat kirin! Gelek birîndar hene
    Şirnex - Li navçeya Hezexê 3 teqîn!
    Şirnex - Fermandarek û 5 endamên YPS jiyana ji dest dane
    Ji HPGê derbarê çalakiyên Şirnex û Mêrdînê de daxuyanî
    'Li Şirnex, Hezex û Sûrê 13 polês û leşker hatin kuştin'
    Şirnex - Tîmekî teybet hat kuştin
    Etîketan:
    bajarê kurdan, kûştina kurda, zarokên kurdan, hîdayet tek, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de