23:22 19 Hezîran 2018
DAIŞ

Hêzên hevpeymanê li ser sînorê Rojavayê li DAIŞê dixin

© AFP 2018 / Al-Malahem Media
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Hat ragihandin ku piştî DAIŞê gelek gundên Rojavayê ji destê dijberiya Sûriyeyê derxistin û penaberan berê xwe da sînorê Tirkiyeyê, hêzên hevpeymanê dest bi lêxistina cihên DAIŞê kir.

Navenda nûçeyan —Berî çend rojan DAIŞê gelek gundên wek Hawar, Igde, Qafr Şûş, Qafrgiran û Baragîdayê ji destê artêşa azad ya Sûriyeyê derxistibûn.

Hat ragihandin ku îro balafirên hevpeymanê êrîşî wan baregeh û cihên leşkerî kiriye ku DAIŞê bi dest xistine.

Herwiha hat ragihandin ku DAIŞê êrîşî kampên Babûlselam kiriye û ew jî bûyû sedema ku gelek niştîcihên wan gundan berê xwe bidin sînorê Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên herêmî, dûman ji hinek kampên wê herêmê bilind dibe û 4 kamp hatine valakirin lê êrîşa DAIŞê hatiye şkenandin.

Lê dîsa jî gelek kes ji erîşan tirsiyane û berê xwe daye dergehê sînorî yê Oncupinarê yê Kilîsê. 

Bi heman mijarî:

Artêşa Azad bajaroka El Rayê xist bin kontrola xwe
Artêşa Azad a Sûriyeyê ji bo agirbestê hê biryara xwe nedaye
Artêşa Azad: ‘Di topbarana Tirkiyeyê de 29 şervan YPGê hatin kuştin'
Rûsya: Ji bo piştgiriya Artêşa Azad em terorîstan bombebaran dikin
Fermandarê artêşa azad ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin
El Nûsra ji bo çekên Amerîkayê spasiya Artêşa Azad kir
Etîketan:
bajarê kilisê û konbajar, celabrûs, artêşa azad ya sûriyeyê, minbic, oso, daiş, sûriye, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de