17:58 13 Kanûn 2017
Zindî
    El Nûsra

    Li Edeneyê li hemberî El Nûsrayê Operasyonek hat kirin

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ekîbên Midûrîyeta Beşa Dijîterorê ya Asayişa Edeneyê li hemberî rêxistina El Nûsrayê operasyonek li dar xist û 11 kes hatin desteserkirin.

    Edene — Di daxuyaniya Midûriyeta Asayişê de hate diyar kirin ku operasyon li hember weqfekê û hin navnîşanan hatiye kirin. Polîs li van navnîşanan li 13 kesan geriyaye ku gumana têkiliya wan kesan li hin bajaran û li hin kampên ji derveyî Tirkiyê bi endamên rêxistinê re heye.

    Hate îdîa kirin ku kesên gumanbar ji bo rêxistinê alîkarî kom kirine, li ser navê rêxistinê ders, civîn û çalakî li dar xistine, endam ji bo rêxistinê kom kirine û ji bo kesên li ser navê El Qaîdeyê di girtîgehê de radizên alîkariya edlî kirine.

    Di encama operasyonê de 11 kes hatin desteserkirin, gelek amûrên dijîtal, tifingek û guleyên tifingan hate bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'El Nûsra li Helebê êrişî taxa kurdan kir'
    El Nûsra: ‘Di nava 48 saetan de em ê dest bi êrişan bikin'
    Rûsya: ‘Ji bo artêşa tirk têkeve Sûriyê, El Nûsra êrişî Tirkiyeyê kir'
    El Nûsra: ‘Em dixwazin nav di Rûsyayê bidin ku agirbestê biqedîne'
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Etîketan:
    El Nûsra, Tirkiye, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de