12:32 20 Hezîran 2018
YPG

YPGê dîsa bi nameyekê hişyarî da!

© Foto : Roj
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

YPGê dîsa bi nameyekê hişyarî da Tîma Taybet a agirbesta Sûriyêyê. Di nameya YPGê de hat ragihandin ku, êrîşên komên terorîstên girêdayî Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê berdewam in.

Navenda Nûçeyan  — Fermandariya Giştî ya Hêzên YPGê nameyek ji Tîma Taybet a Agirbesta Sûriyê re şand û diyar kir ku, komên terorîstên girêdayî Koalisyona Niştimanî ya Sûriyeyê di 13ê Nîsanê de bi çekên giran êrîşî Taxa Şêxmeqsûdê kir. Di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.

Di nameya YPGê hat diyarkirin ku, êrîşên Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyê li dijî taxa Şêxmeqsûdê dewam dikin û koman di êrîşên xwe de silahên giran, topên hawanê, mûşekên bi destan çêkirî û sekvan bikar anîn û avêtin Kolana 20 û derdora Mizgefta Ebî Talib a di taxê de. Di encamê de, 3 welatiyên sivîl şehîd bûn û zarok di nav de hejmarek din birîndar bûn. YPGê di nameya xwe de xwast ku, Tîma Taybet a Agirbesta Sûriyê agahdarê van êrişan bê.

Bi heman mijarî:

Tirkiya: 'Em li dijî YPG û DAIŞê dê piştgiriya Komên Muxalîf bikin'
YPG:'Li taxa Şêxmeqsûd 52 terorîst hatin kuştin'
YPG: 'Hêzeke taybet ya Tirkiyeyê ket Sûriyeyê'
YPG: Li Şêxmeqsûdê 36 terorîst hatin kuştin û 70 birîndar bûn
YPG nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kir!
Bîlançoya meha adarê eşkere bû! YPG: '73 şehîd 131 kuştî'
Wezîrê tirk: ‘PKK û YPG wek hev in, tu cudahiya wan nîne'
Etîketan:
Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê, Tîma Taybet a Agirbesta Sûriyê, YPG, Fermandariya Giştî ya Hêzên YPGê, Mizgefta Ebî Talib, Taxa Şêxmeqsûd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de