14:15 11 Kanûn 2017
Zindî
    Nûrî El Malikî

    Zavayê Malîkî kulm avêt parlamentera kurd

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Zavayê Nûrî Malîkî ku Serokwezîrê Iraqê yê berê bû Elî Suphi di rûniştina Parlamentoyê de bi kulman êrişî parlamentera kurd Rengîn Ebdullah kir.

    Bexda — Zavayê Nûrî Malîkî ku Serokwezîrê Iraqê yê berê bû Elî Suphi di rûniştina Parlamentoyê de bi kulman êrişî parlamentera kurd a endamê Grûba Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Rengîn Ebdullah kir.

    Endamê Grûba YNKê ya Parlamentoya Iraqê Rengîn Ebdullah di daxuyaniya xwe de ragihand ku parlamenterê Grûba Partiya Dewleta Qanûnê Eliye Nuseyfî di rûnişta parlamentoyê de heqaret li şehîdên Enfalê kir û min jî şuşeya avê avêtê, piştî vê zavayê Nûrî Malîkî kulm avête min.

    Rengîn Ebdullah di berdewamiya axaftina de got:' Elî Suphi lêborînê jî j imin bixwaze ez qebul nakim.'

    Piştî bûyerê parlamenterên Grûba YNKê Elî Suphî şermezar kirin û gotin:' Heke Elî Suphi zilam be bila derkeve pêşberî me, wê demê me dizanibû çi dikir.'

    Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî piştî gengeşiya parlamentoyê pêşî saetek navber da rûniştina Lijneya Giştî û paşî rûniştin rojeke bi paş xist.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê ye
    Parlamentoya Iraqê budceya Kurdistanê ya % 17 pesend kir
    Serokê Parlamentoya Iraqê: Em hêzek ji 10 hezar kesên sunnî ava dikin
    Parlamentoya Iraqê Parêzgarê Mûsilê ji Posta wî Dûrxist
    Etîketan:
    Parlamentoya Iraqê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Eli Suphi, Rengîn Ebdullah, Nûrî Malikî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de