05:28 12 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna Enqere

    Miduriyeta Ewlehî li şuna gel polês hişyar kirine

    © Foto: AA/ MUAMMER TAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berî teqîna mîtînga Enqereyê ya 10ê Cotmehê, Miduriyeta Ewlehî ya Enqereyê li şuna ku gel hişyar bike derket holê ku pêşî polês hişyar kirine.

    Enqere — Berî teqîna mîtînga Enqereyê ya 10ê Cotmehê, Miduriyeta Ewlehî ya Enqereyê li şuna ku gel hişyar bike derket holê ku pêşî polês hişyar kirine.

    Miduriyeta Enqereyê beriya mîtîngê di civîna xwe de behsa destûr nedayîna mîtîngê jî kirin lê 2 miduran gotin, heke em destûrê nedin ev grûbên marjinal dê bûyeran derxînin û lewma destûra pêk anîna mîtîngê hat dayîn.

    Pêşî xwê biparêzin

    Li gorî raporta mufetişan, nirxandina kesên ku ji derve tevlî mîtîngê bibin nehat kirin û her wiha Miduriyeta Ewlehî di nivîsa xwe ya tedwîrê de bal kişand ser teqînên Amed û Pirsûsê û ji hêzên ewlehî hat xwestin ku ji bo êrişên xwekujî hişyar bin û pêşî xwe biparêzin.

    Miduriyetê di nivîsa xwe ya tedwîrê de ragihand ku divê polês li hemberî êrişên xwekujî xwe biparêzin. Pirsa ku polêsan li devê Garê nuqteya lêgerînê ava nekirin û êrişên xwekuj bi serbestî ketin nava mîtîngê û qetlîam pêk anîn, ev yek jî gelek pirs gumanan tîne heşê mirov.

    Bi heman mijarî:

    Amirê Emniyetê îtîraf kir: ‘Dezgehên ewlehî bergiriyên teqîna Enqereyê negirtin'
    Yekî ku bi teqîna Enqereyê re eleqedare li Belîsê hat binçavkirin
    Gumanbarê êrişa teqîna Enqereyê hat girtin
    Hejmara miriyên teqîna li Enqereyê zêde bûn
    Teqîna Enqereyê TAKê girte ser xwe
    Etîketan:
    Miduriyeta Ewlehî ya Enqereyê, Teqîna Enqereyê, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de