12:36 20 Hezîran 2018
Artêşa Îranê

Generalekî Îranê li Sûriyeyê di şer de hat kuştin

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Generalekî Îranê ku mensubê Tuxaya 65emîn a Hêza Taybet bû li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan — Generalekî Îranê ku mensubê Tuxaya 65emîn a Hêza Taybet bû li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

Li gorî ajansa nîvfermî ya FARSê, Generalê Îranê Hamdullah Bahşende ku mensubê Tuxaya 65emîn a Hêza Taybet bu li başurê Helebê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

Cîgirê Kordînatorê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê General Elî Araste di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de ragihandibû ku leşkerên Hêza Taybet ên Tuxaya 65emîn dê wekî şêwirmend herin Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê perwerde bikin.

Artêşa Îranê ji serê meha nîsanê û vir ve di şer û pevçûnên Sûriyeyê de yek jê serbaz, 5 jê endamên Hêza Taybet bi tevahî 24 leşkerên xwe winda kirin.

Bi heman mijarî:

Artêşa Îranê komandoyên xwe şandin Sûriyeyê
2 serbazên din ên artêşa Îranê li Helebê hatin kuştin
Îranê Amerîka bêminet kir
Dû fermandarên din ê Îranê li Sûriyê hatin kuştin
Îranê 2 moşekên balîstîk ceribandin
Etîketan:
Artêşa Îranê şerê li Sûriyeyê, Hêza Taybet a tuxaya 65emîn, Elî Araste, Hamdullah Bahşende, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de