15:11 25 Hezîran 2018
Alaya YPG

YPGê qira terorîstan anî:'Yek jê fermandar 19 kuştî'

AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 61

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di şer û pevçûnên taxa Şêxmeqsûda Helebê de yek jê fermandar 19 terorîst kuştin.

Heleb - Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di şer û pevçûnên taxa Şêxmeqsûda Helebê de yek jê fermandar 19 terorîst kuştin.

Şevê din terorîstan êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin û hewl dan derbasî taxê bibin. Lê Şervanên YPG/YPJê bersiva êrîşan dan û pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de fermandarek jî di nav de 19 terorîstên koalîsyonê hatin kuştin.

Çavkaniyên pêbawer ragihandin ku fermandarê hatiye kuştin bi navê Ebû Cafer e û terorîstên din jî bi navê Ehmed Misilawî (Tabûra Siwar El-Şam), Ebdullseyah û Hesan EL-Musari (Cebha El-Şamiya), 4 terorîstên El-Nusra, 3 terorîstên Tuxaya Siltan Murad û navê 8 terorîstan jî nehatin zanîn.

Terorîstên Koalîysona Sûriyeyê ji 16ê Sibatê ve êrîşî taxa Şêxmeqsûda Helebê dikin û herî dawiyê di 5ê Nîsanê de dest bi operesyonek din a êrîşan kirine.

Bi heman mijarî:

YPG:'Li taxa Şêxmeqsûd 52 terorîst hatin kuştin'
Rûsya:'El Nûsra li Helebê êrişî taxa kurdan kir'
YPGê: '2 endamên MÎTa tirk li taxa Şêxmeqsûdê hatin kuştin
Bombebarana li ser taxa Şêxmeqsûdê didome: 1 kuştî û 5 birîndar
Terorîstan dîsa êrişî taxa kurdan kir! 14 kuştî 50 birîndar
Etîketan:
Cebha El-Şamiya, Tabûra Siwar El-Şam, Tuxaya Siltan Murad, El Nûsra, Ebdullseyah û Hesan EL-Musari, Ehmed Misilawî, Ebû Cafer, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de