03:02 22 Hezîran 2018
Darizandin, dadgeh, girtin

Li Colemêrgê cîgira hevşaredar jî di nav de 6 kes hatin girtin

© Fotolia / Andrey Burmakin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Colemêrgê Cîgira Hevşaredariyê Derya Çîftçî jî di nav de 6 kesên duhî bi hinceta beşdarî daxuyaniya ‘rêveberiya cewherî' bûne hatibûn binçavkirin û paşî hatin girtin.

Darizandin, dadgeh, girtin
© Fotolia / Andrey Burmakin
Colemêrgê — Li Colemêrgê Cîgira Hevşaredariyê Derya Çîftçî, endamên meclisa şaredariyê Hasan Yigin, Kazim Yalçin, Serokê Lijneya SESa Colemêrgê Metin Demirel, rêvebirên kevn ên DBPê Îsmet Tuncer, Omer Kaya û Hamdullah Çelebioglu ku beşdarî daxuyaniya 14ê Gelawêja 2014an a ‘rêvebiriya cewherî' bibûn hatibûn binçavkirin piştî karên emniyetê sewqî dozgeriyê kirin.

Dema îfadeyan bi dehan wesayîtên zirxî dora edliyeyê dorpêç kirin û malbatan ji baxçeyê dûr xistin. Piştî îfadeyan Omer Kaya bi şerta edlî kontrolê serbest hat berdan û kesên din hatin girtin. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê.

Her wiha Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Zeynep Yilmaz ê li gundê Dizê hatibû binçavkirin jî hat ragihandin ku dê sibê sewqî dozgeriyê bikin kirin.

Bi heman mijarî:

Konsolosê rûsî:'Raste ku du hemwelatiyên me hatine girtin'
Rêvebirê DBPê Firat Alokmen hat girtin
Hevseroka HDPê ya Mêrdînê hat girtin
4 endamên DBPê yên Meclîsa Partiyê hatin girtin
Hevserokên HDP û DBPê yên Mehserta Mêrdînê hatin girtin
Etîketan:
SES, DBP, Şaredariya Colemêrgê, Hamdullah Çelebioglu, Îsmet Tuncer, Metin Demirel, Kazim Yalçin, Hasan Yigin, Derya Çîftçî, Colemêrg, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de