13:56 20 Hezîran 2018
Selahatin Demirtaş

HDP dengên xwe li rojhilat zêde û li rojava jî kêm dike

© Foto : AA/ Sıtkı Yıldız
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li gorî anketên HDPê ku bi 3 şirketan daye kirin, partî li rojhilatê Tirkiyeyê dengên xwe zêde û li rojava jî kêm dike.

Çaglar  Demîrel - Parlamentera  HDP`ê
© Foto : Gulnush Ergul
Navenda Nûçeyan — Li gorî anketên HDPê ku bi 3 şirketan daye kirin, partî li rojhilatê Tirkiyeyê dengên xwe zêde û li rojava jî kêm dike. Li gorî nûçeya Ayşe Sayina Rojnameya Cumhuriyetê hedefa HDPê ya ‘Partiya Tirkiyeyê' ketiye meyla ‘Partiya Herêmê.'

HDP di hilbijartina 1ê Mijdarê ji sedî 10.8 standibû û li gorî anketên dawî niha rêjeya dengên wê li derdora 11 û 11,4 e. Her wiha yên AKPê jî li derdora 49 û 50 ne. Lê dema ku encamên hersê anketan têne nirxandin, dengên HDPê li rojhilatê Tirkiyeyê zêde û li rojava jî kêm dibin.

Piştgiriya pergala serokatiyê ji sedî 36 e

Li gorî encamên anketê dengên AKPê li derdora 49 û 50 ye, lê piştgiriya pergala serokatiyê li derdora sedî 36 e. faktora herî girîng ku AKP ji 1ê Mijdarê heta niha dengên xwe parastine, di mijara ewlehiyê de piştgiriya dengdêrên MHPê ye. Anketa ku MHPê herî zêde nîşan dide derdora sedî 11 ye, lê li gorî du şirketên din di bine bendê de ye. Her wiha CHP jî encamên 1ê Mijdarê diparêz e û ew jî derdora sedî 25 e.

Çalakiyên TAKê HDPê dixe zorê

Li gorî rêvebirên HDPê, êrişên rêxistina PKK û TAKê yên rojhilat partiyê dixe zorê. HDP, ji aliyekî ve rastî êrişên Qesra Spî û hikumetê tê û ji aliyekî ve jî çalakiyên PKK û TAKê dikeve tengasiyê. Ev jî li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd dibe asteng.

Bi heman mijarî:

HDP û DBPê bang kir: Werin Geverê
HDP ji bo Ocalan bibe sermuzakerevan qanûnek pêşniyar kir
HDP: Bila Ahmet Davutoglu ji wezîrê Kurdistanê lêborînê bixwaze!
BANGA LEZGÎN - DBP û HDP ji bo kuştinên kurdan bangî gel kir!
HDP lêpirsîna parlementoyê derbarê wezîra malbatê de pêşkêş kir
Etîketan:
TAK, PKK, Encamê anketên dawî, MHP, CHP, AKP, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de