13:58 20 Hezîran 2018
Çaglar  Demîrel - Parlamentera  HDP`ê

HDP û DBPê bang kir: Werin Geverê

© Foto : Gulnush Ergul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

HDP û DBPê li wanê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku gelek bûyerên nexweş li Geverê diqewimin û divê zû tiştek were kirin.

Wan — Piştî ku operasyonên dewleta tirk ketin roja xwe ya 26an, HDP û DBPê civînek li ber avahiya HDPê ya Wanê li dar xist. Hevserokê HDPê yê navçeya Geverê Fikret Turgut, Hevserokê DBPê yê heman navçeyê Rustem Demir û Hevserokê gundê Bajêrga Mezin Mehmet Çarpaz û birêveberê HDPê yê navçeya Geverê Ercan Sever beşdar bûn.

"Koçberî, wêrankirin û kuştin"

Fikret Turgun yê ku daxuyanî da wiha got: "Wek tê zanîn di 13ê adarê de, qedexeya derketinê hat ragihandin. Piştî wê operasyonan dest pê kir. Ev operasyon bi awayekî hovane tên kirin ku ne li gorî ti nirxê ne ne li gorî hiqûq û mirovahiyê ye".

"Gelê Kurd dê teslîm nebe"

Hevserokê HDPê yê navçeya Geverê wiha dewam kir: "Erdogan got pêwîst bibe, dev ji qanûnan berdin û eger pêwîst bibe, bila ji dûr ve werin bombebarankirin. Ev hewldana bêîradekirin û bênasnemekirina gelê kurd e. Dixwazin tirsê têxin dilê kurdan lê kurd ji roja roj de, netirsiyaye û herdem di ber xwe de daye û her ew ê di ber xwe de bide".

Fikret Turgut diyar kir: "Em dibihîzin ku gelek hovîtî li navçeyê tê, laşê mirovan li kolanan avêtî ne, hewyan dixwin. Hejmarên ku dewlet eşkere dike û hejmarê kesên tên nexweşxaneya ne yek in. Gelo ew kes diçin kû? Çi tê serê wan? Em ê vê qet qebûl nekin".

"Banga lezgîn"
Di dawiya daxuyaniyê de Fikret Turgutî wiha dewam kir: "Em bangî civaka navdewletî û dezgehên Tirkiyeyê, hemû rêxistinên mafên mirovan, partî û sendîkeyan dikin ku werin Geverê, gelek agahî tên ku gelê me di rewşeke gelekî zehemt de ye, gelek kêşeyê wî hene. Lewra em ji her kesî dixwazin ku çi madî çi manewî be, piştgiriyê bidin".

Bi heman mijarî:

GEVER - Nexweşxane bû biryargeh û embara çekan!
GEVER - Arteşa Tirkiyayê amadekariya operasyonan dike
YPS Gever hate îlankirin!
Davutoglu: Dibe Cizîr û Gever bibin parêzgeh
Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê
Etîketan:
DBP, HDP, Fikret Turgut, Ercan Sever, Mehmet Çarpaz, Rustem Demir, Wan, Gever, Bajêrga Mezin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de