22:39 17 Kanûn 2017
Zindî
    Şêxmeqsûd - êriş - topbaran

    YPG: Li Şêxmeqsûdê 36 terorîst hatin kuştin û 70 birîndar bûn

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41

    Navenda Ragihandina YPGê destnîşan kir ku li hemberî êrîşên dijwar ên terorîstan li dijî taxa Şêxmeqsudê berdewam dikin û wan jî bi tundî bersiv daye û heta niha 36 terorîst hatine kuştin û 70 jî birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya YPGê komên êrîşên Şêxmeqsûdê dikin wiha ne; Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert, Nûreddîn Zenkî û El Nusra ne.

    Herwiha hat ragihandin ku, di êrîşên terorîstan ên bi topên hawan û cehenemê ku yekser sivîl dikirin armanc, 15 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 56 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

    YPGê daxuyaniya xwe de diyar kir ku di vî şerî de tankek û depoyeke cebilxaneyê ya terorîstan hatine rûxandin.

    Heta niha di şerî de, 36 terorîst hatine kuştin û 70 jî hatine birîndarkirin.

    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 4 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest daye.

     

    Bi heman mijarî:

    Hejmara kuştiyên Şêxmeqsûdê zêde bûn: 18 kuştî, 67 birîndar!
    Navên hinek qurbanî û birîndarên Şêxmeqsûdê hatin eşkerekirin
    Grûbên terorîst dîsa êrişî Şêxmeqsûdê kirin: 3 kuştî û 6 birîndar
    Li Şêxmeqsûdê bîlançoya îro: 2 qurbanî, 15 birîndar!
    Li Şêxmeqsûdê êriş: 12 welatî hatin qetilkirin!
    Etîketan:
    birîndar, Kuştî, El Nusra, Nûreddîn Zenkî, Kema Emert, Kombûna Festeqim, Ceyş El-Mucahidîn, Lîwaa El-Fetih, Furqeya 16an, Ehrar El-Şam, Lîwaa Sultan Murad, YPG, Şêxmeqsûd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de