15:50 23 Mijdar 2017
Zindî
    Abdullah Gul

    Abdullah Gul:'Divê pêwendiyên Rûsyayê bi rihekî nû werin pêşxistin'

    © Foto: aa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul ragihand ku divê ev îxtîlafa navbera Tirkiye û Rûsyayê ya van mehên dawîn, bêyî ku dem were derbaskirin divê bê rakirin.

    Stenbol — Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul ragihand ku divê ev îxtîlafa navbera Tirkiye û Rûsyayê ya van mehên dawîn, bêyî ku dem were derbaskirin divê bê rakirin, rakirin jî tenê ne bes e bi rihekî nû divê were pêşxistin.

    Abdullah Gul di 9emîn Zîrweya Ekonomî ya Avrasyayê de ku Cîgirên Serokwezîr Tugrul Turkeş, Mehmet Şimşek, Serokomarê Qibrisa Başûr Mustafa Akinci, Serokomarê Makedonyayê Gjorge Îvanov û gelek kesên din tev li bibûn axivî û got: ‘ Ez wekî kesekî ku bi sala ji bo başbûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ked daye dixwazim bangeke bikim.'

    Bi salan min ked da

    Gul di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Min bi salan ked da ji bo ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê baş bibin. Divê rojek berî rojekê ev îxtîlafa navbera her du welatan were çareserkirin. Li gorî baweriya min bi rihekî nû dikarin ji rewşa berê jî baştir bikin. Ev başxistina pêwendiyan ne tenê ji bo her du welatan ji bo çareserkirina pirsgirên herêmê jî wê hêsaniyê çêbike. Û gaveke wiha wê li coxrafiyayê aramî û encamên baş bi xwe re bîne.'

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: ‘Abdullah Gul dikare bibe serokê Tirkiyeyê yê yekemîn'
    Rojnamevanên Cumhuriyetê Dundar û Gul hatin berdan
    Zanîngeha Abdullah Gul îstîfaya profesorê aştîxwaz xwest
    Gul: 'Tu meşrûiyeteke çekdariya kurdan tuneye û hebûna HDPê jî girîng e
    Abdullah Gul: "Hevdîtina Rûsya û Amerîkayê Sûriyeyê de wê serdemeke nû dest pê bike
    Etîketan:
    Başxistina têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Zîrweya Ekonomî ya Avrasyayê, Serokomarê Tirkiyeyê yê berê, Gjorge Îvanov, Mustafa Akinci, Tugrul Turkeş, Mehmet Şimşek, Abdullah Gul, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de