20:14 17 Tebax 2017
Zindî
    Êriş - operasyon - şer - komkujî

    Hêzên dewletê tirk li Geverê xaniyan dişewitîne

    © Foto: Ozgur Gundem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Operasyon û dorpêçkirina dewleta Tirkiyayê ya ser bajarên kurdan dewam dikin. Hate ragihandin ku hêzên dewletê li Geverê bi kepçeyan xaniyan xira kirine û niha jî xaniyan dişewitînin.

    Colemêrg — Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ev 23 rojin dest bi şer û pevçûnan kiriye û şerê di navbera hêzên YPSê û hêzên dewletê de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Hate diyarkirin ku hêzên dewletê li taxa Kişlayê 4 avahiyan şewitandine û şewat hêj jî dewam dike.

    Şer li taxa Gungor û Cumhuriyetê dijwartir bûye, hêzên dewletê bi tank û topan êrişî wan taxan dike. Li ser wan yekan hêzên YPSê daxuyanî dan û ragihandin ku hêzên dewletê ji ber ku nikarin bikevin taxan tank û topan bikar tînin.

    Bi heman mijarî:

    HPGê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kirin
    Li Dîlokê operasyon: 4 terorîstên DAIŞê hatin girtin
    Êrîşên ezmanî li rojavayê Firatê: 7 kuştî
    Serokwezîr îstîfa kir
    Du zarokên ku non dizî kirin bi awayeke hovane hatin kutandin
    Etîketan:
    hêzên YPSê, topbaran, tank, şewat, xanî, artêşa tirk, Gever, Colemêrg, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de