11:03 17 Tebax 2017
Zindî
    Sûr koçber

    Platforma Koçberiyê: Dewlet bi darê zorê gel koçber dike!

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Platforma Koçberiyê daxuyand ku dewlet di çaçoveya ‘îstîmlaka lezgîn' 55 hezar welatiyên Sûrê wê koçber bike.

    Amed — Platforma Koçberiyê li Amadê li avahiya GOÇ-DERê civîneke çapemeniyê lidarxist.  Mijara civînê, di dema qedexeya derketina derve de binpêkirina mafan û îstîmlaktirana Sûrê bû.
    Hevseroka GOÇ-DERê Fatma Esmer diyar kir ku bi destpêka operasyonan mafên mirovan yên wekî tenduristî, hewîn û gelek mafên din têne binpêkirin û ji ber vê yekê bi bi hezaran kes mecbûrî koçberiyê mane.

    Esmer ragihand ku Saziya Wezîran bi biryara ‘îstîmlaka lezgîn'  dixwazin  vegera 55 hezar gelê Sûrê yên koç kirine asteng bikin.

    Esmer diyar kir ku dewlet deriyên îtîrazê yên li hember vê mijarê jî digre û got: ‘Bi biryara îstîmlakê dixwazin bajaran nûjen bikin û gel ji çanda wan dûr bixînin. Bi vê yekê wê nehêlin ku 55 hezarên koçkirî vegerin navçeyê û bi vê yekê wê wan bavêjin nava feqîriyê. Ev politikaya dewletê ye.'

    Hevseroka komeleyê Esmer ragihand ku  îtîraza li hember vê qanûnê heta 21ê Avrêlê wê berdewam bike û got bila gel li hember vê yekê nerazîbûna xwe eşkere bikin.

    Bi heman mijarî:

    SÛR - Li navçeyê li 6 kuçeyan qedexe hat rakirin!
    Sûr bi awayekî dijminî tê bombebarankirin!
    SÛR - 91 roj in nikarin ji malên xwe derkevin!
    SÛR - Şer û pevçûnên dijwar dest pê kirin
    Tirkiye, li ser moşekên ku davêje Ezazê ‘ji bo xatirê Sûr û Cizîrê' dinivîse
    ‘Li Sûr û Geverê 7 leşker û polês hatin kuştin'
    Etîketan:
    zalimiya tirkan, hovîtî, mafên mirovan, goç-der, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de