22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Barak Obama û Recep Teyîp Erdogan

    Dibe Amerîka çalakiyên Tirkiyeyê yên li dijî PYDê asteng bike

    © AP Photo/ Charles Dharapak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Hîndekarê Zanîngeha ODTU yê beşa Pêwendiyên Navneteweyî Prof.Dr. Huseyin Bagci ragihand ku dibe Amerîka çalakiyên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî PYDê asteng bike.

    Navenda Nûçeyan — Hîndekarê Zanîngeha ODTU yê beşa Pêwendiyên Navneteweyî Prof.Dr. Huseyin Bagci derbarê heyeta Amerîkayê ku ji bo navbeynkariya Tirkiye û PYDê hatiye ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku dibe Amerîka çalakiyên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) asteng bike.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Washîngtonê pêşniyara ku dev ji PYDê berdin li şuna wan em bi rêxistina terorîst a DAIŞê re şer bikin, hatibû redkirin. Her wiha rêvebiriya Enqereyê di meha sibatê de sînyala operasyoneke li dijî Rojava dabû.

    Tu kes nikare bi tena serê xwe bi DAIŞê re şer bike

    Huseyin Bagci di axaftina xwe de got: ‘Dema ku em bi çavê hikumetê li mijarê temaşe dikin, Tirkiye jixwe ev du sal in di nava NATOyê de bi DAIŞê re tekoşînê dide, Tirkiye nikare bi tenê bi DAIŞê re şer bike. Jixwe niha koalîsyonek heye û Rûsya jî ji hêla xwe

    ve şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dike.'

    Di mijara PYDê de helwesta Rûsya û Amerîkayê yek e

    Bagci di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Zêde şensekî Tirkiyeyê ku midexaleyî hêzên kurd bide tuneye. Mirov dikare bêje bandora Tirkiyeyê ya ser kurdên Rojava kêm bûye û şensekî wê ku li Rojava rasterast midexale jî bike tuneye. Lewra di mijara PYDê de helwesta Rûsya û Amerîkayê yek e û PYD li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşînê dide.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê dersa demokrasiyê da Erdogan
    Erdogan dibêje Xelîl, Davutoglu dibêje Celîl
    Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'
    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'
    Etîketan:
    NATO, DAIŞ, Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD), ODTU, Hikumeta Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoğan, Huseyin Bagci, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de