22:35 23 Tebax 2017
Zindî
    Recep Teyîp Erdogan

    Erdogan: Em ê wan ji welatitiyê biavêjin

    © Foto: AA/ Mehmet Ali Özcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 129201

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got: “ Çi pêwîst be, divê em bikin, heta eger pêwîst bibe, em ê alîgirên PKKê ji welatîtiyê jî biavêjin”.

    Navenda Nûçeyan — Serokkomarê Tirkiyeyê bi boneya roja parêzeran wiha axivî: "Belkî yek ji me tê kuştin lê 10, 20 û 30 ji wan tên kuştin. Rewş wiha ye. Çi pêwîst be, divê em bikin. Eger pêwîst be, divê em alîgirên PKKê ji welatîtiyê jî biavêjin".

    Herwiha Erdogan derbarê parêzeran de jî wiha got: “Gelek kes hene ku di bin navê nivîsgeha parêzeriyê, ji bo rêxistina PKKê dixebite”.

    Erdogan di axiftina xwe diyar kir ku “gelek rojnamevan, akademesiyen, bijîşk û mamoste jî hene ku heman tiştî dikin.”

    Wek tê zanîn ku alîgirên PKKê bi piranî kurd in û endamên HDPê ne û ev gotinên wek gef li welatiyên kurd hatin nirxandin.

    Ji aliyekî dî ve, Erdogan derbarê pêvajoya çareseriyê de jî wiha axivî: “Ti tişt tine ku ev dewlet bi PKKê re biaxive. Yan ew ê çekên xwe deynin yan jî dê bedela wê bidin”.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê dersa demokrasiyê da Erdogan
    Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'
    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'
    Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
    Etîketan:
    welatîtî, Tirk, Kurd, roja parêzeran, PKK, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de