18:31 20 Tebax 2017
Zindî
    Turkan Elçî û Rakel Dink

    Hevjîna Tahir Elçî cara pêşî li cihê bûyerê bû!

    © Foto: Bakur.Net
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Baroya Amedê îro li cihê ku Tahîr Elçî hate kuştin civîyan û wî bibîr anîn. Hevjîna Tahîr Elçî jî beşdarî bîranînê bû, lê kir girî û ji cihê bûyerê veqetiya.

    Amed — Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li navçeya Sûr ya Amedê li ber Minareya Çarling hatibû kuştin. Tevî ku demek dirêj jî ji ser bûyerê derbas bû hêj kujerê Elçî  nediyar e.
    Baroya Amedê her hefte Elçî bibîrtînin. Di bîranîna îro de Turkan Elçî jî amade bû. Lê Turkan Elçî piştî bûyerê cara ewil çû cihê bûyerê. Elçî dema bîranînî giriya û tevî qeranfîlên di destê xwe de ji wê derê veqetiya.

    Hêjayê gotinê  Alîkarê Serokê Gelemper yê CHP Sezgîn Tanrikulu, parlementerê HDPê Mîthat Sancar û Meral Daniş Beştaş, serokên gelek baroyan û gelek parêzer beşdarî merasîma bîranînê bûn.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Elçî: ‘Eger em îro bêdeng bimînin, dibe ku birîndarên me jiyana xwe ji dest bidin'
    Di lêpirsîna Elçî de 3 îstixbaratvan hatine veşartin!
    Ji bo Tahîr Elçî mewlûd hate dayîn
    Di lêpirsîna Elçî de polêsê ku tê veşartin kî ye?
    Xelatên Porteqala Zêrîn diyariyê Elçî, Dundar û Gul kirin
    Etîketan:
    zilma li ser kurdan, kujerê elçî, zilma zaliman, mîthat sancar, sezgîn tanrikulu, turkan elçî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de